tikla24.de'ye hoş geldiniz!
Qulinge Birindar Seyad

Qulinge Birindar Seyad
Tedarik süresi
8-9 iş günü
9,99 EUR
7,99 EUR
inkl. MwSt zzgl. Kargo Ücreti
http://schema.org/PreOrder

Ev pirtûk serpêhatiyên pir taybet û antika yên Seyadê Şame ne. Seyade Şame, ji Radyoya Rewanê, ji kilama "Apo/Esmer Eman" tê nasîn. Şair û dengbêj Seyadê Şame nixuriyê malbata Şameyê Kekê ye. Pey zarotiyê, xortaniyekê gelekî dijwar derdikeve pêşiya wî, jîyana wî bi macera û meselên nedîtî nebînayî ve tê pêçan û neqişandin.
Maceraya Seyad ber bi xortaniyê, derûdorên 17?18 salên xwe, 1940an da, ji Bazîdê despêdike. Rêya wî ewil bi tîcaretê, peyra jî çarûneçar bi sîyasetê, bi polês û jendirman, bi mehkemeyan dialiqe; ji hepisxana Erziromê bi çend hevalên xwe, zivistanekî xedar da direvîn, 26 şev û rojan şunda xwe digîhînîn Îranê. Wê deme Îran bin dagirkeriya Ûris da bû. Rêya Seyad ji Îranê ber bi Sîbîryayê difetile. 9 salan qanpên hesîran, lagiran da dimîne, dibe "ta û derzî", heya mirina Sitalîn bi halekî xirab da dijî.
Seyad, pey hurşandina Sovyetan, rê?dirp û derfet dibine, 1992an da tê xwe digîhîne welat, tê ku jiyan ne wekê 47 sal berê ye, dê û bav, gelekî mezinên nas koça xwe barkirin e, lêdan e û çûn e. Lê heval û hogirên wî, Bazîdîyan û Celalîyan wî û stranê wî ji bîr nekirin e. Bazîdiyan gelekî qedir û qiymetê wî digrin, dengbêjên xwe, bi maqulî, wakê zarokekê xwe, bi dil û can hembêz dikin.
Seyad qulingekî birindar bû. Bi gotina wî bêjim; "qedera wî reş bû, feleka wî xayîn bû." Ji Zulfînaza jina xwe, ji malbata xwe, ji heval û hogiran qetya bû, nalenala?zarezara wî bû. Lê axirîya emir, 47 sal şunda vegeryabû welat, ser hêluna kalûbavan. Wê vegerandina diramatîk da gelekî tiştnên nazik û ecêp qewimîn.
Gelî xwendevanên delal, wan bûyeran hûnê yeqîn bi meraq û dilovanî bixwenin...

Dil: Türkçe
ISBN: 9786059073349
Sayfa Sayısı: 160
Boyutları: 13,5 x 21,0 cm
Basım Tarihi: 2017 - Mayıs
Konu: Türkçe Kitap - Edebiyat - Biyografi - Otobiyografi

Bu ürün hakkında henüz yorum yapılmadı.

Bu kitap hakkında bir yorum yazmak için, üye girişi üzerinden giriş yapmanız gereklidir.

4 1