tikla24.de'ye hoş geldiniz!
Diroka Kurd Ü Kurdistane

Diroka Kurd Ü Kurdistane
Kitap

Diroka Kurd Ü Kurdistane

Tedarik süresi
Satış dişı
10,99 EUR
9,99 EUR
inkl. MwSt zzgl. Kargo Ücreti
http://schema.org/PreOrder

Dîroka Kurd û Kurdistanê ji du beşan pêk tê: Ji Destpêka Dîrokê Heta Îro û Dewletên Wan Qewmên ku Pêwendiya Wan bi Eslê Kurdan re Heye û Mîrektiyên Kurd. Nivîskarê wê Mihemed Emîn Zekî Beg li Stenbolê dixwîne, li Bexdayê wezîrtî dike. Di destpêka sedsala 20an de dest bi nivîsandina vê kitêbê dike, salên ku dewleta Osmanî li ber belavbûnê ye, hêdî hêdî li cihê peyva osmanî gotinên tirk, turan tên bikaranîn. Di nav vê rewşê de nivîskar dibê: ...gurûra qewmî ez mecbur kirim ku di her firsetê de vê hîsa xwe eşkere bikim. Lê min derheqê esil û qewmê xwe de tiştekî nedizanî. Çunkî heta wê çaxê ne di dibistanan de fikreke wiha ji me re hatibû dayîn û ne jî beriya wê me pêwistiya lêkolîna dîroka kurd dîtibû. Gotina cemiyeta osmanî ferdiyeta qewmiyeta me tevan heta dereceyekê xav kiribû û ji ber vê min ev pirs ji xwe dikir:

Qewmê kurd ji kîjan neteweyê ye, çi bi serî de hatiye?

Û di encama xebatek bi salan wek bersiv ev kitêba ber destê we derket.

Dîroka Kurd û Kurdistanê piştî Şerefnamê bi 300 salî hatiye nivîsîn û di zemanên modern de kitêba herî girîng a dîroka milletê kurd e û bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin. Nivîskar dibê; Hinek ji dostan xwestin ku ez van kitêban bi erebî yan bi tirkî binivîsim, lê bi rastî li gor min ev pêşniyara wan di ciyê xwe de nebû, ku ji aliyê kurdekî ve dîroka kurd û Kurdistanê bi zimanekî xeyrî kurdî bê nivîsandin.

Piştî 70 salî bi ser weşana wê re em careke din ji nû ve (lê bi kurmanciya jorîn û tîpên latînî) Dîroka Kurd û Kurdistanê bi temamî, li bajarê nivîskarê wê yê xortanî û xwendekariyê û bi zimanê wî, bi eynî serbilindî û gurura qewmî ku berî bi sed salî hîs dikir, pêşkêş dikin.


Bi zimanê kurdî dîroka kurdan

Dîroka Kurd û Kurdistanê, yek ji kevnartirîn û dewlemendtirîn berhem e ku li ser dîroka kurdan û Kurdistanê hatiye nivîsîn.

Sê sed sal piştî Şerefnameyê, Dîroka Kurd û Kurdistanê pirtûkeke herî kevn e ku bi zimanê kirdî hatiye nivîsandin. Nivîskarê pirtûkê yek ji siyasetmedar û rewşenbîrê kurd yê herî bi nav û deng e ku di serdema belavbûna osmaniyan de jiyaye. Ew ji ber peyvîra xwe ya siyasetmedariyê li gelek deverên cur bi cur geriyaye û ev yek jî bûye sedem ku ew ji bo lêkolîna xwe ya derbarê dîroka kurd û Kurdistanê de gelek çavkaniyan bi dest bixe. Ji ber vê yekê jî pirtûka Mihemed Emîn Zekî Beg xwedî girîngiyeke mezin e.
Ji nivîsa Bi zimanê kurdî dîroka kurdan (Azadiya Welat Serwîsa Kulturê, 2-8 Adar 2002)

Dil: Kürtçe
ISBN: 9789758637201
Sayfa Sayısı: 588
Boyutları: 21,5 x 13,5 cm
Basım Tarihi: İstanbul / 2002
Konu: Türkçe Kitap - Etnik - Etnik Konulu Yayınlar

Bu ürün hakkında henüz yorum yapılmadı.

Bu kitap hakkında bir yorum yazmak için, üye girişi üzerinden giriş yapmanız gereklidir.

4 1