tikla24.de'ye hoş geldiniz!
Diwan Melaye Ciziri

Diwan Melaye Ciziri
Tedarik süresi
Satış dişı
19,99 EUR
18,99 EUR
inkl. MwSt zzgl. Kargo Ücreti
http://schema.org/PreOrder

Şahîkaya edebiyata kurdî, "Dîwan"a Melayê Cizîrî ji nû ve bi tîpên latînî, di nav weşanên Avestayê de çap bû. Kitêb ji aliyê Emîn Narozî ve hatiye amadekirin. Ev edisyona dîwanê, ji bo xwendevanê Cizîrî rêberek e, ji ber ku bi hemû çapên girîng re hatiye muqayesekirin û wekî not li eynî rûpelê hatiye nivîsandin. Emîn Narozî, di pêşgotina kitêbê de balê dikişîne ser van xalan:

"Ji ber ku dilê min dixwest û min diva herkes Melayê Cizîrî û hunerê wî yê honraweyî ku li gorî min rewanbêjtirîn û suxenwertirînê serdema xwe bûye, fêhm bike û qenc bibîne ka vî ustadê mezin honan û ristina suxenê/gotinê çawa bi zimanê kurdî bi taybetî jî zaravayê kurmancî bi bilindtirîn û rêkûpêktirîn xwedristiyê bi kar aniye. Çendî ku Zivingî Dîwana wî hempayê ya Ibn el-Farid, Hafizê Şîrazî, Fizûlî û Camî dibîne jî, lê bi rastî li gor şert û mercên xwe li bal min ew hê di ser wan re ye jî, herweke ku ew bi xwe jî bi van risteyên jêrîn vê yekê qewî û xurt dike:

"Her ji ber vî sedemî jî min ji mêj ve dixwest yan Dîwana wî rave bikim yan jî ji nav yên weşandî bi rêkûpêktirîn raveya wê ku ya Zivingî ye wergerînim kurdî û zaravayê kurmancî.

Dil: Türkçe
ISBN: 9786055279080
Sayfa Sayısı: 432
Boyutları: 14,5 x 22,5 cm
Basım Tarihi: 2012 - Mayıs
Konu: Türkçe Kitap - Edebiyat - Edebiyat - Diğer

Bu ürün hakkında henüz yorum yapılmadı.

Bu kitap hakkında bir yorum yazmak için, üye girişi üzerinden giriş yapmanız gereklidir.

4 1